TEV-DEM: Berxwedan rêya yekane ya parastina destkeftiyan e

Meclisa Giştî ya PYD, TEV-DEM’ê, Kongra Star û Partiya Yektiya Suryan bi daxuyaniyên cuda êriş şermezar kirin û bang li gelên herêmê û cîhanê kirin ku li hember hovîtiya dewleta Tirk a dagirker bêdeng nemînin.

TEV-DEM’ê jî êriş şermezar kir û got:: “Bêdengiya DYA û Rûsyayê nîşan dide ku ew jî hevkarên êrişên qirkirinê yên li ser gelê me ne.”

TEV-DEM’ê bang li tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li ber xwe bidin û xwe bi rêxistin bikin.

Kongra Star: Li dijî êrişên qirkirina komî serî hildin

Meclisa Kongra Star jî bang li gel kir ku li dijî êrişên qirkirina komî yên dagirkeriyê dakevin qadan û serî hildin.

Meclisê êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kir û ev yek anî ziman:

Ev êriş hemwextî nêzbûna hilbijartinên serokkomariyê yên Tirkiyê ne, armanca wan têkbirina aramiyê herêmê ye.

Ev sûcên hovane wê nikaribin îradeya gelên herêmê têk bibe.

Meclisa Kongra Star bang li Koalîsyona Navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku gavên berbiçav li dijî destdirêjî û sûcên dewleta Tirk biavêjin.

Partiya Yekîtiya Suryan: Pêwîste dewleta Tirk were hesabkirin

Partiya Yekitiya Suryan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev êriş, piştî hincetên derew ên dewleta Tirk derbarê teqîna Stenbolê pêk hatin.

Partiya Suryan got; Dewleta Tirk hewl dide QSD’ê lewaz bike û peymanên agirbestê ku bi Rûsya û Amerîkayê re îmze kirine binpê dike.

Partiyê, bang li hêzên navneteweyî kir ku destwerdanê bikin û êrişan rawestînin.

Back to top button