Berpirs û nûnerên partî û rexistinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişan bang dikin. Li hemberî êrişan gel bi Rêveberiya Xweser û QSD’ê re yek bin.
Berpirs û nûnerên partî û rexistinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên dewleta Tirk axivîn û daxuyanî dan.
Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kir û got: “Ev êriş piştî îflasa Erdogan û derdora wî pêk tên.
Ji bo parastina herêmê, sazî û destkeftiyên xwe, gelê me dê xeta xweparastinê hilbijêre.
Loqman Ehmê: Êriş gaveke ji bo hilanîna tola DAIŞ’ e
Berdevkê Rêveberiya Xweser Lokman Ehmê jî derbarê êrişan de axivî û got: “Divê bê zanîn ku êrîşên dewleta Tirk ji rêzê nînin.
Ev êrîşên dewleta Tirk gavek ji bo hilanîna tola DAÎŞ’ê ye. ”
Foza Yusif: Em ê xwe biparêzin û tola şehîd û birîndarên xwe rakin
Endama Desteya hevserokatiya PYDʹê Foza Yûsif jî bertek nîşan da û got :
“Ev êriş beşek ji siyasetên qirkirinê ye ku dewleta Tirk li dijî me pêk tîne.
Divê gel li hember vê siyasetê xwedî helwestên xurt be.
Bila tevahî cîhan bizanibe ku em ê parastina xwe bikin û tola şehîd û birîndarên xwe hilînin.”
Remziye Mihemed: Gel wê serî li ber êrîşên faşîst netewîne
Berdevka Kongreya Star Remziye Mihemed jî peyamek da û got: Êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê nîşaneya têkçûna li hemberî gerîlayên azadiyê ye..
Di her êrîşê de, destpêkê jinên pêşeng dike hedef.
Lê belê nekarîn berxwedanê bişkînin û berevajî wê, berxwedan xurtir dibe.”