HPG: Artêşa dagirker 72 êrişên azmanî pêk anîn

Şevê din hemwextê êrişa dagirkeriya Tirk li dijî Rojava, Herêmên Parastinê yên Medyayê jî bi dijwarî hatin bombardimankirin. Li gorî daneyên HPG’ê; artêşa dagirker bêtirî 70 caraî bi balafir û helîkopteran qadên gerîlla bombardiman kirin. HPG’ê ragihand ku di êrişan de tiştek bi hêzên wan nebûye.

Şevê din artêşa Tirk hemwext, li dijî Rojavayê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişên azmanî pêk anî.

Têkildarî êrişa li dijî qadên gerîlla, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da.

HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk şeva 19’ê Mijdarê bi dijwarî êrişî qadên gerîlla kir û got;

Dewleta dagirker ku li hemberî berxwedana gerîlla bê çare maye, bi qasî ku cenazeyên leşkerên xwe bişewitîne har û dîn bûye.

HPG: Di êrişên 19’ê Mijdarê de ti zerar li gerîlla nebû

Ji ber ku heta niha nekarî ti encamê bidest bixe asta êrişên xwe dijwartir dike.

Şeva 19’ê Mijdarê artêşa dagirker 32 caran bi balafirên şer û 40 carî bi helîkopteran Herêmên Parastinê yên Medyayê bombardoman kir.

HPG’ê eşkere kir ku di van êrişan de ti zerar li gerîllayên wan nebûye.

HPG: Li Zapê 5 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin

Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlla jî ev agahî parve kirin:

Li herêma Zapê 19’ê Mijdarê, dagirkerên li derdora qada Sîda bûn armanca lêdana gerîlla.

Di encamê de 4 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Li qada Çemço jî di çalakiya sekvaniyê ya gerîllayên Kurdistanê de leşkerek artêşa dagirker hat kuştin.

Heman rojê li qada Girê Cûdî, artêşa Tirk hewl da bi helîkopteran leşkerên xwe deyne herêmê.

Lê di encama bersivdayîna gerîlla de ev hewldana wan bê encam ma û helîkopter neçar man ji herêmê dûr bikevin.

Back to top button