Pêşmergeyan ji ber nedana mûçeyan rêya ranya-Çarqurneyê li trafîkê girt

Li ser rêya sereke ya bajarokê Çarqurne û Ranya yên Başûrê Kurdistanê hejmarek ji pêşmergeyên lîwaya 12’an a Piyade ji ber nedana muçeyan dest bi çalakiyek nerazîbûnê kir.

Di vê çalakiyê de pêşmergeyan ragihand ev du meh in wan muçeyên xwe wernegirtine û li aliyê din hinek lîwayên pêşmerge hene sê muçeyên xwe ser hev girtine.

Pêşmergeyan bang li aliyên peywendîdar kir ku pirsgirêka wan çareser bikin.

Ji ber nedana muçeyan li cihên cûda yên Başûrê Kurdistanê ev çend roj in pêşmerge bi çalakiyan nerazîbûna xwe nîşan didin.

Back to top button