DBP: HDP bi siyaseta xwe ya xeta sêyemîn bûye hêviya gelan

Îro salvegra 8’emîn a damezrandina Partiya Demokratîk a Gelan-HDP’ê ye. Salvegera damezrandinê li Tirkiyê û Bakûrê Kurdsistanê bi çalakî û şahiyên cuda hate pîrozkirin.
Partiya Herêmên Demokratîk DBP’ê jî salvegera 8. a HDP’ê pîroz kir û diyar kir ku HDP’ê bi xebata xwe ya rêya sêyemîn a demokratîk bûye hêviya hemû gelên Tirkiyê.

Partiya Demokratîk ya Gelan HDP, di 15’ê Cotmeha 2012’an de hat ava kirin.

HDP ev 8 sale li ser esasê paradîgma netewa demokratîk û ekolojîk li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê siyastê dimeşîne.

HDP’ê di hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an de 80 parlementer derxist û AKP-Erdogan ji desthilatê anî xwarê.

Desthilata faşîst a ku ev têkçûn qebûl nekir bi komkujî û êrîşan bersiva HDP’ê da . Terora li ser HDP’ê jî roj bi roj zêdetir bû.

Heta niha li Tirkiyê 14 hezar endam û rêveberên HDP’ê ji aliyê faşîzma dewleta Tirk ve hatiye girtin.

59 şaredariyên ku destê HDP’ de bûn hatine dagirkirin.

Hîn jî rojane endamên HDP’ê tên binçavkirin û girtin lê HDP li hember hemû zext û îrîşan jî têkoşîna xwe didomîne.

Li Amed, Batman, Şirnex, Îzmîr, Wan, Mersînê gel û endamên HDP’ê bi boneya salvegera HDP’ê hatin gel hev û bi govend û şahiyan salvegera 8’emîn a HDP’ê pîroz kirin.

Endamên HDP’ê li Amed û Mêrdînê jî bi belavkirina qurnefîlan salvegera partiya xwe pîroz kirin.

Her wiha Partiya Herêmên Demokratîk-DBP’ê jî bi boneya salvegera 8’emîn a HDP”ê daxuyaniyek da û salvegera wê pîroz kir.

DBP’ê diyar kir ku HDP’ê bi xebata xwe ya rêya sêyemîn a demokratîk bûye hêviya hemû gelên Tirkiyê û got:

“HDP ji bo demokrasiyê xwedî rol û mîsyonek girînge. Ji bo gelên Tirkiyê bû hêvî.

Em bi têkoşîna HDP’ê bi bawerin.”

Back to top button