Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê wê sibê Mîhrîcana Amara ya Çand, Huner û Sporê li dar bixe.
Mîhrîcan bi slogna “Mozaîka çandî dewlemendî, guhartin û bedew e” wê were lidarxistin.
Bernameya mîhrîcanê ji çalakiyên hunerî, çandî û werzîşê pêk tê û wê tevahiya pêkhateyên kantonê beşdar bibin.
Mihrîcan wê bi 70 komên hunerî û sporê 3 rojan dewam bike.
Komîteya amadekar ji beriya 3 mehan ve dest bi amadekariyên vê mîhrîcanê kiriye.
Komîteya amadekar diyar kir ku mîhrîcan ji çalakiyên çandî, hunerî û sporê pêk tê.
Li Şehbayê ev cara yekemîn e ku mîhrîcaneke çandî pêk tê.