Tevî talankirina xwezaya Efrînê û guhertina demografiya wê, çeteyên dewleta Tirk revandina sivîlan jî dewam dikin. Beriya çend rojan çeteyan 2 sivîl ji gundê Gemrûkê yê navçeya Mabata revndin.
Hat ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk bi 8 erebeyên zirxî bi ser gundê Gemrûkê yê navçeya Mabataya Efrînê de girtin û 2 sivîl revandin.
Navê kesên hatin revandin wiha ne:
Cîhad Hesen Ibrahîm
Şiyar Mihemed Şoto
Kirinên hovane yên dewleta Tirk
Çete mal û dikanan bi buhayekî bilind didin şêniyan
Çavkaniyên Herêmî diyar kirin ku piştî çeteyan fidye ji malbata Cîhad birin ew berdan, lê heta niha çarenûsa Şiyar ne diyar e.
Her wiha hat ragihandin ku çete li gundê Emara yê Mabata jî mal û dikanên şêniyan bi buhayeke bilind didin wan.
Çavkaniyan diyar kirin ku çete kiriya malan ji malabatên hatine bicihkirin nagirin.
Çete bi armanca ku ji her malekê kesekî tevlî xwe bikin zextê li şêniyan dikin.