Welatiyên Başûrê Kurdistanê banga boykotkirina kel û pelên Tirkî kirin

Welatiyên navçeya Kifrî yên Başûrê Kurdistanê diyarkirin ku dagirkeriya dewleta Tirk li ser çand, dîrok, ziman û cihên dîrokê ên Gelê Kurd dewam dike û banga boykotkirina kel û pelên Tirkî kirin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin.

Dewleta Tirk ne tenê diwarê leşkerî de, êrişên xwe yên ji bo dagirkirina çand, ziman û erdnîgariya Kurdistanê jî zêdetir kiriye.

Welatiyên navçeya Kifrî ya ser bi Germiyanê derbarê mijarê de ji Rojnews re axivîn.

Welatiyê bi navê Selah Mihemed diyarkir ku dagirkerên xaka Kurdistanê hertim xwestine gelê Kurd bindest bihêlin

Selah got ku dema dewleta Tirk di êrişên xwe de binket, vê carê şêwazên cuda bikaranî û wiha pêde çû;

“Bi rêya rêzefilm û guhertinan dagikeriya çandî dikin û dixwazin dîroka Kurdan tine bikin.

Divê hemû rewşenbîr, hunermend û tevahî Kurd dijî vê yekê rawestin.

Di encam de dagirkerên Kurdan yekin, divê aliyên ku xizmeta dagirkeran dikin jî bizanin, armancek dagirkeran heye ew jî tinekirina Kurdane.

Çi dema Kurd dilsozê hevbin û bibin yek, wê bikaribin serkeftinê jî bidest bixin.”

Welatiya bi navê Şara Selman jî li ser heman mijarê nêrînên xwe anî ziman

Şara diyar kir dagirker. di serî de dagirkirina xak, bi gelek şêwazên din dixwazin Kurdan tine bikin û got:

“Li hemberî van êrişan xetek têkoşînê heye, dijî dijmin rawestiyaye û planên dijmin têkbirine ”

Şara Selman daxwaz kir ku fivê hemû Kurd li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk raweste û ev bang kir:

“Divê aliyên siyasî jî bi erkê xwe rabin û yekîtiya netewî bidin avakirin.

Ya herî girîng vê demê jî boykotkirina kel û pelên Tirkî ye.”

Back to top button