DEWLETA TIRK A DAGIRKER MADEYÊN HIŞBIRINÊ DERBASÎ IDLIBÊ DIKE

Dewleta Tirk a dagirker jî dermanên hişbirinê bi ambûlansên Heyva Sor a Sûrî derbasî herêmên bakurê Sûrî yên di bin dagirkeriyê wê de dike.

Li bakurê Sûrî jî tê kirin, bi taybetî herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir ku dermanên hişbir û madeyên qedexe ji Tirkiyê derbasî herêmên bakurê Sûrî dibin.

Çavdêriyê teqez kir ku madeyên hişbirinê yên mîna “heşîşe” li herêmên bakurê Sûrî yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de belav bûye.

Ya balê dikişîne jî, ev made bi ambulansên Heyva Sor a Sûrî derbas dibin.

Ji madeyên ku hatine dîtin jî dermanên mîna Kiptagon, Tramadol, Zolam û Hîkzol in, ev hemû jî dermanên hişbirinê ne.

Hat zanîn ku bijîşk û serçeteyên li herêma bi navê “Mertala Feratê” vê yekê dizanin.

Leave a Reply

Back to top button