Serhildanên gelê Başûrê Kurdistanê ên meha Adarê

Meha Adarê ji bo gelê başûrê Kurdistanê meheke tijî tekoşîn û serhildan e.
Di 5’ê Adarê sala 1991’an de yekem car li navçeya Ranyayê serhildan li dijî rejima Baas destpê dike.

Meha Adarê ji bo gelê kurd meheke ne ji rêzê ye û bi serhildanan naskirî ye.

Li başûrê Kurdistanê gelê kurd di vê mehê de li dijî sîstema zordar a Seddam Husên gelek caran serî hildan.

Serhildanên gelê Başûrê Kurdistanê li dijî seddam huseyîn

Di 5’ê Adara 1991’an de li Ranyayê li dijî rejîma Baasê serhildan dest pê kir.

Di 20’ê Adara heman salê de jî bi rizgarkirina bajarê Kerkûkê ji destê rejima Baas serhildan gihişt encamê.

Piştî rejîma Bassê gelê Başûrê Kurdistanê rûbirûyî zordariya PDK’ê tê

Piştî ketina desthilata Seddam Huseyîn, Başûrê Kurdistanê serxwebûna xwe ya xwerêvebirinê bi dest xist.

Ezmûna 33 salên hikûmraniya Kurdî ji aliyê gelê başûrê Kurdistanê ve wek ezmunek binkeftî û berevajî cewherê serhildanê tê pênasekirin.

Hejarî, bêkarî, cûdakarî, koçberî, binkeftina îdarî, bê dadî, zeftkirina azadiyan ji aliyê desthilatê ve wek diyartirîn sîmayê vê ezmûnê tên zanîn.

Ji xwe rojane karmend, mamoste û welatiyên başûrê Kurdistanê li dijî nedayîna mûçeyan dadikevin kolanan.

PKK’ê hewl dide dagirkeriya Tirk ji Başûrê Kurdistanê derxe

Gerîlayên PKK’ê weke çawa salên 1991’an alîkariya gelê başûrê li dijî Seddam Huseyîn kir.

Îro li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî artêşa tirk a dagirkeri şer dike û hewl dide başûrê Kurdistanê ji dagirkeriya tirk rizgar bike.

Piştî rejîma Bassê gelê Başûrê Kurdistanê rûbirûyî dagirkeriya Tirk tê

Îro li şûna Sedam Hisên, dewleta Tirk a dagirker bi dehan baregeh li nava axa Başûrê Kurdistanê ava kirine.

Hêjî gelê başûrê Kurdistanê negihîştiya azadiya xwe.

Ji bin zordariya Seddam Huseyîn derketin lê rûbirûyî zordariya PDK’ê û dagirkeriya tirk dimînin.

Salvegera 32. a Raperîna Başûrê Kurdistanê ya li dijî rejîma Baas

Back to top button