Parêzer Rengîn Ergul: CPT erka xwe pêk nayne

Parêzer Rengîn Ergul diyar kir ku CPT erka xwe pêk nayne û got:
“Em dibînin ku CPT nikare çareseriyê pêk bîne û erka xwe ya li hemberî bêhiqûqiya Tirkiyê pêk nayîne.”
Her wiha parêzer Îtalî Giudice yê di nav şandeya “Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî yên Li Dijî Tecrîdê” cih digire têkildarî tecrîdê axivî û got:
“Tecrîda Îmraliyê pirsgirêkeke polîtîk e.
Ji bo ku em zexteke siyasî bikin em ê bikevin nava hewldanan.”

Di navbera 13-22’ê Sibatê de Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê CPT serdana Tirkiyê kir.

CPT di serdana xwe de neçû Girava Îmraliyê ya ku ev 26 salin Rêber Apo tê de di bin tecrîdeke giran de û ev 36 meh in agahî jê nayê girtin.

Ev yek bû sedema bertekên mezin ên li hemberî CPT.

Têkildarî mijarê Parêzer Rengîn Ergul axivî.

Rengîn Ergul diyar kir ku CPT di sala 2022’yan de çû Îmraliyê û bi rojeveke cuda hat Tirkiyê, lê rapora xwe ya li ser vê yekê eşkere nekir û got:

“Em dibînin ku CPT nikare çareseriyê pêk bîne û erka xwe ya li hemberî gavavêtina Tirkiyê pêk nayîne.

CPT îddîa kir ku wî derbarê Îmraliyê de bi saziyên li Tirkiyê re hevdîtin pêk anîn.

Ji hevdîtinên binesaziyê zêdetir divê CPT serdan bikira û piştî vê serdanê zextê li saziyan bikira û gavan biavêta.

Rastiya ku muzakereyên paşerojê yên CPT ev qas nepenî bûne, hebûna peymanê ya CPT dixe nav pirsê.

Ev ne ji bo veşartina agahiyê ji raya giştî ye, ji bo veşartina îşkenceyê ye.

CPT erka xwe pêk nayne.

Divê rêxistin û mekanîzmayên nû yên mafên mirovan ji bo cîhanê bêne damezrandin.”

Parêzerê Îtalî Giudice: Tecrîda Îmraliyê polîtîk e

Her wiha parêzer Îtalî Giudice yê di nav şandeya “Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî yên Li Dijî Tecrîdê” cih digire têkildarî tecrîda li Îmraliyê axivî.

Parêzerê îtalî Giudice anî ziman ku tecrîda Îmraliyê pirsgirêkeke polîtîk e û dê li dijî vê yekê zexteke siyasî li saziyên navneteweyî bikin û got:

“Em weke çavdêr gelek binpêkirinan dibînin û dibihîsin, teqez tecrîda li Îmraliyê ne tecrîdeke hiqûqî ye, pirsgirêkeke polîtîk e.

Tecrîd kirin pratîkeke serweriyê ye, îzolekirina dijminên xwe yên polîtîk e.

Ji bo ku em zexteke siyasî bikin em ê bikevin nava hewldanan.”

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê serî li CPT da

Back to top button