Şervanên YPG-YPJ’ê: Sedsala 21’emîn ew ê bibe ‘sedsala jinê’

Şervanên YPG-YPJ’ê û Gaziyên şer bi wesîleyê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî axivîn û gotin:
“Bi paradîgmaya Rêber Apo cîhanek bi rêngê jinê ava dibe, wê ev avabûyîn bibe şoreşa jin.
Di heman demê de wê sedsala 21’emîn ew ê bibe ‘Sedsala Jinê.’

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî, li her derê cîhanê çalakiyên cihêreng tên lidar xistin.

Li welatê ku şoreşa jinê pêkhatiye ango erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jî bi wesîleya vê rojê çalakî tên lidarxistin.

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Gaziyên şer nirxandin kirin.

Mizgîn Îdrîs: Ji bo ku dîrok ronî bibe divê Jin xwedî li keda xwe derkeve

Şervana YPJ’ê ku di heman demê de gaziya şer e Mizgîn Îdrîs, balkişand li ser girîngiya dîrokî ya 8’ê Adarê û ev tişt anî ziman:

“Divê were zanîn ku 8’ê Adarê bi hêsanî nehatiye qebûlkirin.

Ji bo vê têkoşînê bi sedan jin xwe feda kirin.

Ji bo wê rojê gelek berdêl hatin dayîn û kedên mezin û giranbûha hatiye afirandin

Rêbertiya me jî pênase kir ku sedsala 21’emîn ew ê bibe ‘Sedsala Jinê.’

Ji ber vê jî pêwîste ku ev 8’ê Adarê hesap pirsîna hişmendiya baviksalariyê û vegera Amargiyê be.”

Lalêş Êzîdî: Jin bi fikrê Rêber Apo re hîn zêdetir xwe nêzî azadiyê dikin

Şervanê YPG’ê û gaziyê şer Lalêş Êzidî, jî da zanîn ku di navbera jin û Rêber Apo de têkiliyeke xurt a sîmbiyotîk heye û ev nirxandin kir:

“Dema ku mirov bala xwe dide têkoşîna roja îro; tu rêxistin, tu partî, tu zanyar li ser azadiya jinê tu carî rast nêzîkatî nedaye raber kirin.

Keda jinê ya pîroz ji dîrokê heya roja îro her demê berovajî dane nasîn.

Ger îro em rastiya heyî, zîhniyeta heyî bi paradigmaya Rêber Apo re bînin ber hev pir cûdabûnê di navbera wan de bibînin.

Ruhê jinê, fikir û ramana jinê Rêber Apo ji nû ve zindî kir.”

Rodî Amed: Em şoreş di nav şoreşê de pêktînin

Şervanê YPG’ê Rodî Amed jî dema behsa rola jinê ya di civakê de kir ev tişt got:

“Gotina 8’ê Adarê bê guman di dîrokê de xwedî girîngî û wate ye.

Lê li Kurdistan û di Rojhilata Navîn de gotinek derheqê rojê de mayînde nîne.

Ji bo ev roj bighîje wateya xwe ya esasî têkoşîneke mezin didin, şoreş di nav şoreşê de pêktînin. “

Back to top button