Çalakiya greva birçîbûnê ket roja 100’î

Bi daxwaza “Ji Rêber Apo re Azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî” çalakiyên greva birçîbûnê li girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê hatiye desetpêkirin û îro derbasî roja xwe ya 100’î bû.
Çalakiyên Nobetê yên li bajarên cuda jî hatine destpêkirin bi israr û birdariyeke xurt didome.

100 roj û bê veger di nava berxwedanê de ne.

Em behsa çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 27’ê Mijdara 2023’yan de ji bo azadiya rêber Apo hatiye destpêkirin dikin.

“Em azadiya Rêberê xwe dixwazin”

Dayikên Aştiyê yên Botanê derbarê tecrîd û grevên birçîbûnê axivîn û banga piştevaniyê kirin.

Çalakiyên Nobeta Edaletê bi biryardariya dayikan bi hêz dibe

Nobetên Edaletê yên bi pêşengiya dayikên girtiyan li gelek bajarên Tirkiyê û Bakurê kurdistanê hatibûn destpêkirin jî bi biryardarî didome.

Li Amedê nobet ket roja 99’an.

Gelek welatî Bîsmilê ji bo piştevaniyê serdana Nobeta Edaletê kirin.

Wan diyar kirin ku bo heq, hiqûq û edaletê têdikoşîn.

Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê jî bi heman armancê dewam dike..

Xizmên girtiyan di nobetê de gotin ku heta tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bi dawî dibin dê çalakiyha xwe bidomînin.

Nobeta Edaletê ya li avahiya rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Êlihê di roja 33’yan de dewam kir.

Nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên li bajar hatin serdana çalakvanan.

Çalakiya nobetê ya Stenbolê jî di roja 84’an de dom kir.

Tevî rêxistinên DEM Partiyê gelek kes hatin serdana çalakiyê.

Beşdarên nobetê gotin, Tecrîd ne tenê li ser Rêber Apo ser hemû derdoran û gelan tê domandin.

Divê hemû gelên li Tirkiyê û saziyên sivîl piştgiriyê bidin têkoşîna kurdan a rewa û mafdar.”

Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê ji hêla xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê ve hatiye destpêkirin berdewam kir.

Dayikan diyar kirin ku piştevaniya bi çalakiyê re dê bi xwe re azadiya rêber Abdulah Ocalan bîne.

Çalakiya greva birçîbûnê di roja 99. de ye

Back to top button