Li Silêmaniyê ji bo 8’ê Adarê çalakiyek hate li darxistin

Rêxistin û Saziyên Başûrê Kurdistanê bi çalakiyên cihereng 8’ê Adarê pêşwazî dikin.
Bi vê boneyê Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê û Kongra Star li Silêmaniyê çalakiyek hevbeş li darxistin.
Li Kerkûkê jî, semînerek derbarê azadya jinê de hat dayîn.
Her wiha li Xanesorê, Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê pêşengeheke wêneyan vekirin û şanoyek erd kirin.

Li Silêmaniyê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongra Star çalakiyek bi dirûşmeya ‘Rojên me ne tenê îro ye, hemû roj en rojên jinan in’ li darxistin.

Di çalakiyê de, axaftin li ser 8’ê Adarê hate kirin.

Piştre sînevîzyonek li ser Şoreşa Jinê ya li Rojava hate pêşandan.

Di dawiyê de gul diyarî jinên amade hate kirin û çalakî bi gerandina govendan bi dawî bû.

Li Xanesorê bi çalakiyên cûda 8’ê Adarê hate pîrozkirin

Her wiha li navçeya Xanesor a Şengalê jî, pêşengeheke wêneyan hate vekirin û şanoyek hate lîstin.

Pêşengeh ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê bi dirûşma ‘Bi xemla 8’ê Adarê, jin jiyan azadî, serbixe azadî’ hate vekirin.

Di pêşengehê de wêneyên gelek jinên pêşeng û têkoşer, Rêber Apo û wêneyên folklorîk ên jinên Êzidî hatin nîşandan.

Jina bi navê Şîrîn Silêman a serdana pêşengehê kir, roja 8’ê Adarê li jinan pîroz kir û anî ziman ku divê li her derê jin xwe kêm nebîne.

Dayê Helo Mêşo û jina bi navê Tewrê Xelef jî kêfxweşiya xwe ya vê rojê anîn ziman û gotin:

“Beriya fermanê me vê rojê nas nedikir, lê piştî me fikrê Rêber Apo nas kir, em vê rojî pîroz dikin û bi me gelekî xweşe.”

Pêşengeh bi pêşkêşkirina li ser têkoşîna jinê bi dawî bû.

Back to top button