Hayrî Karaş hat berdan piştî 10 rojan jiyana xwe ji dest da

Girtiyekî li zîndana Amedê dihat ragirtin, piştî hat berdan bi 10 rojan jiyana xwe ji dest da. Malbatên girtiyan jî 120 rojin di nobeda edaletê de ne.

Hayrî Karaş ê girtî ku beriya 10 rojan hatibû berdan, ji ber nexweşiya pênceşêra roviyan li Nexweşxaneya Amedê ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Malbat û xizmên Karaş cenazeyê wî li goristana navçeya Pîrana Amedê sipartin axê.

Malbatên girtiyan li ber girtîgeha Amedê çalakî li dar xistin

Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan temam bûne jî nayên berdan, di roja 120’an de Nobeda Edaletê ya li Baroya Amedê dabûn destpêkirin, domandin.

Malbatan îro li ber Girtîgeha Amedê kom bûn.

Gelek Rêveber û endamên partiyan beşdarî çalakiyê bûn û piştgirî dan malbatan.

Malbatan xwest daxuyanî bidin, polîsan malbat dorpêç kirin û daxuyanî asteng kirin.

Malbatan bertek nîşanî polîsan da û çalakiya rûniştinê li dar xist.

Back to top button