PKK: Bi pêngava dem dem azadiyê ye stratejiya Şerê Gelê Şoreşgerî bibin serkeftinê

PKK’ê bal kişande li ser êrkên sala 50. yê zayîna Partiyê û Meşa Rêbertiyê jî û got: “Li ser bingeha stratejiya şerê gelê şoreşgerî Em ê faşîzma AKP-MHP’ê hilweşînin, Pergala tecrît û îşkenceya Îmraliyê parçe bikin, azadiya Rêber Apo pêkbînin.”

PKK’ê di dewama danezanê de diyar kir bi pêngava Dem Dema Azadiyê ye dikevin pênciyemîn sala Rêbertî û got:

“Bi pêngaveke wiha dixwazin stratejiya xwe ya şerê gelê şoreşgerî bibin zaferê.”

PKK’ê da zanîn têkoşîna 23 salan di asteke jor de derbe komplogeran û hevkarên wan da û wiha got:

“Rêveberiya Tayyîp Erdogan ku 20 sal in ji bo serxistina komployê hatiye erkdarkirin bêhêz ketiye, hatiye ber rûxandinê.

Wekî temsîla komployê pergala tecrît û îşkenceya Îmraliyê çawa zirar dide herkesê ji raya giştî re baş hat nîşandan.

Bi desteka DYA û PDK’ê plana îmha û tasfiyeya faşîzma AKP-MHP’ê pêşxist çendîn car vala derxist.

Herî dawî di sala 2021’an de berxwedana mezin ku hêzên gerîla ên qehreman li Garê, Metîna, Zap û Avaşînê pêşxistin, di bin pêşengtiya jin û ciwanan de çalakiyên gel û dostan, me anî asteke bihêztir.

PKK’ îşaret bi êrkên sala 50. yê zayîna Partiyê û Meşa Rêbertiyê û kir û ev tişt got:

PKK: Li ser bingehê stratejiya Şerê Gelê Şoreşgerî pêngava Dem Dema Azadiyê ye bimeşînin

“Li ser bingehê stratejiya şerê gelê şoreşgerî pêngava Dem Dema Azadiyê ye dimeşînin.

Di vê çarçoveyê de ji bo serkeftinê, hedefên ku me daniye pêşiya xwe zelal in.

Em ê faşîzma AKP-MHP’ê birûxînin.

Pergala tecrît û îşkenceya Îmraliyê parçe bikin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkbînin.

Kurdistanê azad, Tirkiye û Rojhilata Navîn demokratîk bikin.

Divê hemû xebatên me yên bîrdozî, siyasî, civakî, leşkerî, xebatên me yên jin û ciwanan xwe serkeftin û meşandina van erkan de kilît bikin.”

Di dewamê de PKK’ê eşkerekir yek jî xebata herî girîng a sala pênciyemîn xebatên wan yên têkiliyên derve û tifaqê ne û wiha dewam kir:

Komîte û nûnerên me yên ku li her derê xebatên dîpolmatik didin meşandin di serî de bi gelên Tirkiye, Suriye, Iraq û Îranê re wê têkilî, tifaq pêş bixin, girîngî bidin têkoşîna hevpar.

Di serî de gelên Tirk, Ereb, Fars, Ermen û Suryan wê bi gelên hemû herêmê re xebata Yekîtiya Rojhilata Navîn a Demokratîk di her astê de pêşbixin.

Li ser vê esasê faşîzma AKP-MHP’ê tecrît û teşhîr bikin.”

PKK’ê diyar kir êrkên heyî ancax bi berxwedana topyekûn a li ser bingehê stratejiya şerê gelê şoreşgerî wê were serxistin û got:

“Divê li her cihê xebat û têkoşîna me li gorî vê bibe û li ser esasê serkeftina stratejiya şerê gelê şoreşgerî pêşbikeve.

Wê tevgerên me yên jin û ciwanan ji tevgera civakî re bi serkeftî pêşengtî bikin, di tevlêbûna gerîla û mezinkirina berxwedanê de rolê xwe bi serkeftî bilîzin.”

Herî dawî PKK’ê di serî de Rêber Apo Cejna Newroza Azadiyê li gelê Kurd û dostan pîroz kir û bang li herkesî kir ku sala 50. a Rêbertî û Partiyê bikin sala zafer û têkoşîna herî mezin a dîrokê!”

Back to top button