Enternasyonalîst Viyan: Welatê min bi hêza Jinên Rojava bandor bû ye

Viyan a ku ji Rojhilatê Ewropayê li Îngilistanê ji dayik bûye, ev saleke li Rojava di nava têkoşînê de ye li ser Tevgera Jinê ya li Rojava axivî û got:
“Têkoşîna jinan a li Rojava ji jinên cîhanê re bûye hêvî.
Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşengiyê ji avakirina civakeke nû re dikin.
Weke jineke enternasyonal kêfxweş im ku di nava vê şoreşê de me.
Em ê heta dawiyê ji bo azadiya jinên cîhanê têkoşînê dewam bikin.”

Viyan a 29 salî ku ji rojhilatê Ewropayê li Îngilistanê ji dayik bûye, ev saleke li Rojava di nava têkoşînê de ye bi wesîleya 8’ê Adarê li ser sedema hatina xwe ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivî.

Jina enternasyonalîst Viyan anî ziman ku têkoşîna jinan a li Rojava nîşan da ku jin dikarin pêşengiyê bikin û got:

“Têkoşîna azadiyê ya jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bandor li fikrê min kir.

Beriya bêm Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava rêxistinên femînîst de bûm.

Min ji hevalên xwe gelek tişt li ser Rojava bihîst, her dem qal dikirin bê berxwedana li Rojava çiqasî bêhempa ye.

Hêza jinên Rojava bandor li welatê min dikir û dema ez hatim Rojava min hêza jinê bi çavên xwe dît.”

Enternasyonalîst viyan: Têkoşîna Jinên Rojava ji jinên cîhanê re bûye hêvî

Viyan diyar kir ku gelek wêneyên jinê li medya cîhanê hatin weşandin ku çek di destan de û şer dikir wiha pê de çû:

“Lê dema ku hatim Rojava min dît ku di destê jinê de ne tenê çek heye, her wiha li her qada civakê bi rêxistin e.

Pêşengiyê ji avakirina civakeke nû re dikin.

Têkoşîna jinên Rojava ji jinên cîhanê re bûye hêvî.

Ji xwe re weke wezîfeyê dibînim ku têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyyê hîn xurt bikim.”

Enternasyonalîst Viyan: Rêber Apo hêz da jinan ku xwe nas bikin

Enternasyonalîst Viyan destnîşan kir ku Rêber Apo rêberê têkoşîna jinê ye û got:

“Rêber Apo hêz da jinan ku xwe nas bikin û bi rêxistin bikin.

Weke jineke enternasyonal kêfxweş im ku di nava vê şoreşê de me.

Ji ber ku ev şoreş şoreşa jinê ye û weke şoreşa xwe dibînim.”

Enternasyonalîst Viyan: Em ê heta dawiyê ji bo azadiya jinên cîhanê têkoşînê dewam bikin

Viyan bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî jî ev peyam da:

“8’ê Adarê dîroka jinê ye, dîroka rêxistiniya jinê ye, dîroka greva kedkarên jin e.

Ji jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta bi jinên Abya Yala, ji girtiyên siyasî heta bi jinên Ewropayê em ê têkoşînê îsal mezin bikin.

Em ê heta dawiyê ji bo azadiya jinên cîhanê têkoşînê dewam bikin.”

Back to top button