Bi armanca çareserkirina pirsgirêka nan li gundên Şedadê, Komîteya Aborî li bajaroka 47 ya Şedadê firineke nan vekir.
Berdevkê Komîteya Aborî ya Meclisa Navçeya Şedadê Fehed El-Xidêr da zanîn ku 5`ê vê mehê Firina 47 dest bi kar kir.
Her weha rojane 2 hezar û 175 torbe nan derdixe û dê nan li xeta rojhilat yê navçeyê jî were belavkirin
Hat diyar kir jî, ku Dê di rojên pêş de li bajarokên Ebdan û Hedadiyê 2 firinên din werin vekirin û pêwîstiya wan dabîn bikin
Ji ber gazinên şêniyan, Meclisa Rêveber û Desteya Aborî biryar da ku 3 firin li gundewarên navçeyê Şedadê werin vekirin.



