Partiya Pêşxistin û Guhertinê ya Demokratîk a Neteweyî doh li bajarê Hesekê konferansa xwe ya giştî li dar xist.
Di konferansê de encamname hat diyarkirin û sekreterê giştî yê partiyê hat hilbijartin.
Di konferansê de nêzî 300 kesayetên ji hemû partiyên di bin siya MSD de û Desteya Rûspiyan a kantonê, kesayetên ji partiyên siyasî û ciwan beşdar bûn.
Di konferansê de rêzikname û sererastkirinên wê û bername û nêrîna siyasî ya partiyê hatin erêkirin.
Endamên konferansê Sabit El Cewher wek sekreterê giştî yê partiyê hilbijart.
Meclis û nivîsgeha siyasî jî bi awayekî demokratîk û ruhê neteweyî hatin damezirandin.
Di konferansê de teqezî bi girîngiya diyaloga Sûrî-Sûrî ji bo çareserkirina krîza Sûriyê hat dayîn.
Li ser asta herêmê beşdaran diyar kirin ku pêwîst e di çarçoveya çareserkirina krîza Sûriyê û pêkanîna armancên gel ji rejîma Sûriyê bê nêzkirin.