NY: pêwistiya 235 milyon kesî bi alîkariyê heye

NY ragihand ku ji ber vîrûsa Corona pêwistiya kesên hejar ya bi alîkariyê zêde bûye û got, di roja herî tarî ya demê de pêwistî bi alîkariyê heye.

NY di rapora xwe ya parvekirî de, îşaret bi hejariya ku vîrûsa Corona bi xwere aniyî kir.

Di raporê de, ji ber vîrusa Coronayê ku bi dehan milyon kes pê ketin, banga komkirina 35 milyar dolar di sala 2021`ê kir.

Li gorî raporê têkildarî rewşa awarte ya 2021`ê de, wê li cîhanê derdora 235 milyon kesî pêwistiya wan bi alîkariyê hebe.

Ev rêje jî ji sedî 40 ya 2020`an, zêdetir be.

WHO ji ber hejariyê fona 10 hezar xebatkarên xwe rawestand

Li aliyekî din, Rêxistina Tenduristiya Cîhanî (WHO) ragihand ku li Yemen a şer ew wêran û hejar kirî, fona 10 hezar xebatkarên xwe daye rawestandin.

Li Yemen a ku ji 2015’an ve şer ew ji hev xistiye, ji sedî 80 pêwistî bi alîkariyê heye.

Herî kêm 12 milyon zarok bi giştî 24 milyon kes pêwistî bi alîkariyê hene.

Back to top button