li Dêra Zorê Çeteyên DAIŞ`ê êrîş birin ser wesayîteke leşkerên hikumeta Şamê û di encamê de gelek leşker birîndar bûn.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku di encama êrişa DAIŞ`ê de gelek leşkerên Firqeya 4`an ya hikumeta Şamê birîndar bûn.
Ev êrîş li bajarokê Qorya yê rojhilatê Dêra Zorê pêk hat.
Piştî vê bûyerê li bajarokê Qorya Firqeya 4`an qedexeya derketina derve ragihand.
Duh jî Hêzên Meclisa Leşkerî ya Hecînê operasyonek li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li bajarokê Şefa yê Dêra Zorê pêk anî.
Di operasyonê de, 2 serçete hatin girtin.
Herdu serçete li xwe mikur hatin ku gelek bûyerên terorîst pêk anîne.