Malbateke Kurd a ji Hewlêrê ku hatiye Mersînê rastî êrîşeke nijadperest hat

Ji bo faşîzma Tirkiyê, kurdek her Kurde û weke dijmin dibîne. Ji kîjan beşê Kurdistanê be ji bo wan ne girînge.

Ha kurdek bakur, ha başûr, rojhilat û rojava. Ji bo wan ferq nake. Rastiya van gotinan em her dibînin.

Ev ne teşteke nû ye, lê herî kêm em dixwazin careke din bidin famkirin. Divê em hev bigrin û rênedin kes mafê me bixwe û rûmeta me bişkîne. Malbateke Kurd a ji Hewlêrê diçe bajarê Mersîn yê Tirkiyê.

Nîjadperestên Tirk êrîşî vê malbatê dike û 2 kes birîndar kirin. Niha çavê gelê kurd li hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê ye ka wê helwestek çawa raber bike.

Malbateke Kurd a ji Hewlêrê ku hatiye Mersînê, li herêma Gozsuzce Sirtlan a navçeya Bozyaziyê bû hedefa êrîşa 3 kesan.

Di encamê de 2 kes birîndar bûn û birîndar bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê.

Muştaq Mehmûd Kerîm ku bi giranî birîndar bû û niha li Nexweşxaneya Dewletê ya Anamurê tê dermankirin.

Şahidê bûyerê Cîhan Kûtlûk êrîşa nîşadperestên Tirk li ser Kurdan wiha anî ziman:

Bi kevir êrîşî zilam û kurê 12-13 salî kirin.

Kevir li serê wan xistin û zilam ber bi bendên rê ve ket û ji ser hişê xwe çû.

Hewl dan ku zilam ji zinêr biavêjin.

Dema ku işareta gurê boz kirin û sixêf li Kurdan kirin, min fêhm kir ku êrîşeke nijadperestî ye.

Nîjadperestê bi navê Mehmet Fatîh Oflaz e rahişt kevirekî mezin û avêt serê ajokarê wesayita malbata Kurd tê de bû.

Hat diyarkirin yek ji êrîşkaran Mehmet Fatîh Oflaz gef li şahidên bûyrê xwariye ku wê wan jî bikuje.

Serokê baroya Amedê êrîşa dijî malbata Kurd şermezar kir

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren li gel şandekê ji bo piştgiriya malbata Kurd a Hewlêrî çû Mêrsînê.

Nahît Eren peyamek derbarê bûyerê de belav kir û êrîşa li dijî malbata Kurd şermezar kir û daxwaz kir ku “lêpirsîneke bilez” derbarê êrîşkaran de bê kirin.

Konsulê Tirkiyê hakan karaçay binçavkirina 3 kesên êrîşakar ragihand

Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw jî li ser mijarê, daxuyaniyek belav kir.

Parêzgarê Hewlêrê daxwaz kir ku di zûtirîn dem de lêkolîn derbarê vê bûyerê de bê kirin.

Parêzgarê Hewlêrê ragihand ku Konsulê Giştî yê Tirkiyê yê li Hewlêrê peywendî bi wan kiriye û derbarê mijarê axivîne.

Konsulê Giştî yê Tirkiyê Hakan Karaçay ragihand ku lêkolîn derbarê bûyerê de berdewam e û binçavkirina 3 kesên êrîşakar ragihand.

Her wiha di tîrmeha 2019’an li navçeya Çaykara ya parêzgeha Trabzon a Tirkiyê hejmareke geştyarên ji Başûrê Kurdistanê rastî êrîşekî hatibûn.

Hatibû zanîn ku geştiyên ji Başûrê Kurdistanê ji 50 kesan pêk dihat û tenê dixwastin ku bi ala Kurdistanê wêneyên xwe bigirin.

Back to top button