Hikumeta Kolombiya piştevaniya tundiya polîsan a li ser gel dike

Gelê Kolombiyayê bi hefteyane li dijî hikumetê li ber xwe dide. Li dijî tundiya polîsan, gel daxwaza reforma ji bo wan jî dike.

Tevî hemû zextan jî xwepêşandêr ji kolanan dur nakevin û di pêkanîna daxwaza xwe de biryardariya xwe nîşan didin.

Li dijî komkujiya bi destê polîsan, hem gel hem jî hin sazî dibêjin êdî pêwiste ji bo polîsan reform bê kirin.

Di xwepêşandanên dawî de jî dirûşmên “Ev polîs êdî ne polîsê me ye” hatin gotin.

Piştî bûyerên ku bi hezaran kes birîndar bûn, bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dan, Dadgeha Bilind bi daxuyaniyekê cih da van daxwazan.

Dadgehê destnîşan kir ku bi taybetî yekîneyên polîsan ên êrişî bûyerên civakî dikin ji bo wan reform bêne kirin.

Li Kolombiyayê, xwepêşandanên li dijî projeya bacê ya Serokdewletê rastgir Îvan Dûqûe veguherîbû berxwedaneke mezin.

Ji xwepêşandanên 28’ê Nîsanê despê kirî û hata niha herî kêm 42 kes di xwepêşandanan de hatine kuştin û zêdeyî hezar û 500 jî birîndar bûne.

Back to top button