Bi diruşmeya “Sûriya demokratîk ne navendî, tepisandina Rêveberiya Xweser û xurtkirina QSD” rêxistina Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya navçeya xeta rojhilatê Dêrazorê kongreya xwe ya yekemîn li dar xist.
Bi armanca hilbijartina serok û komîteyên meclisê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya navçeya xeta rojhilatê gundewarê Dêrazorê, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê kongreya xwe ya li bajarokê Hecînê li dar xist.
Nûnerên saziyên sivîl, meclisên qanûnsaz û rêveber, hevserokên meclisên herêmê û rûspiyên eşîran di kongreyê de amade bûn.
Şêx Nasir El-Teramî axivî banga hevgirtina erebî û kurdî û pêşxistina aştiya navxweyî di navbera hemû pêkhateyan de kir.
Piştre hilbijartin pêk hatin.
Di encamê de Mihemed El-Esaf wekî serokê buroya herêma rojhilat a Dêrazorê û Tehrîr Ebûd wekî cîgira wî hatin hilbijartin.
Her wiha 21 endam hatin hilbijartin.
Mihemed El-Esaf soz şopandina rêya şehîdan û xebata avakirina Sûriyeke pireng da.