Swêd û Fînlandiya li ber derê NATO man e

Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson got; Egeriya Fînlandiya beriya Swêdê bibe endamê NATOyê zêde bûye.
Kristersson diyar kir ku di vê mijarê de helwesta Enqereyê neguheriye.

Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson beriya serdana xwe ya Almanya li paytext Stockholmê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Kristersson derbarê pêvajoya endamtiya welatê xwe ya li NATO’yê de agahiyên nû da.

Swêd: Egeriya fînlandiya berê bibe endamê NATO zêde bû

Serokwezîrê Swêdê diyar kir ku egeriya welatê wî li gel Fînlandiyayê bibe endamê NATOyê her ku diçe kêm dibe.

Kristersson got;

Enqere ji ya Fînlandiyayê bêtir nerazîbûn nîşanî endamtiya wan bo NATO yê dike.

Kristersson da zanîn ku helwesta Tirkiyê di vî warî de neguheriye û ev tişt anî ziman:

“Her du welatên Skandînavyayê berovajî hilbijartinên xwe, dibe ku di heman demê de nebin endamên NATOyê.

Tiştê ku em di çend hefteyên borî de pê re rû bi rû mayîn ew e ku egeriya beşdarbûna di demên cûda de çêbibe ye.”

Hevdîtinên NATOyê yên di navbera Tirkiye, Swêd û Fînlandiyayê de ji meha çileyê ve hatibû rawestandin.

Rejîma Enqerê bi hinceta rastgirekî tund yê li pêşiya balyozxaneya Tikiyê Qur’an şewitandî danûstandin rawestand.

Piştî navberekî bi qasî 2 mehan 9’ê Adarê li navenda NATO ya li Brukselê alî civiyan.

Enqere: Tişta me ji Swêd û Fînlandiya xwestî heta niha pêk ne hatiye

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin di daxuyaniya xwe ya piştî hevdîtinê da diyar kir ku Civîna Mekanîzmaya Hevbeş a Daîmî ya Tirkiye-Swêd-Fînlandayê bi giştî di atmosfereke erênî da derbas bû.

Îbrahîm Kalin anî ziman ku heta niha welatên navborî daxwazên wan bi awayekî tam pêk ne anîne.

Kalin wiha got:

“Tedbîrên van welatan dê rê û leza meseleyê diyar bike.

Back to top button