Dem û bernameya hilbijartinên li Tirkiyê diyar bû

Êdî li Tirkiyê pêvajoya hilbijartinê bi fermî despê kirine.
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a Tirkiyê (YSK) dema hilbijartinê û namzetan diyar kir.
Li gorî vê, lîsteya namzedên serokomariyê 31’ê Adar û ya parlementeriyê jî 19’ê Nîsanê bi dawî dibe.

Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a Tirkiyê (YSK) dema ku dê di hilbijartinên serokomarî û parlementeriyê yên ku di 14’ê Gulanê de bên kirin de pêk were diyar kir.

18’ê Adarê serlêdana namzetên serokomariyê despê dike

Dema hilbijartinê di hejmara îro ya Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Li gorî vê;

Dema hilbijartinê wê 18’ê Adara 2023’an dest pê bike.

19’ê Adarê ji bo namzetiya serokomariyê, dikarin serlêdan bê kirin.

Dema serlêdanê 23’ê Adarê saet 17:00 an bi dawî dibe.

Lîsteya namzedên serokomariyê wê 31’ê Adarê di Rojnameya Fermî de bê weşandin.

31’ê Adarê propagandaya hilbijartinê despê dike

Di heman rojê de wê dema propagandaya hilbijartina serokomariyê dest pê bike.

Propagandaya hilbijartinê 13’ê Gulanê bi dawî dibe.

Lîsteyên namzetên parlamenteriyê wê di 19’ê Nîsanê de bên eşkerekirin.

24’ê Adarê ji bo partiyên siyasî yên ku bi tifaqê biryara beşdarbûna hilbijartinan dane, protokola îtifaqê ya ku îmzeya serokan tê de ye pêşkêşî YSK’ê bikin.

Lîsteyên namzedên parlamenteriyê wê 19’ê Nîsanê di Rojnameya Fermî de bên weşandin.

Lîsteyên hilbijêran wê 20’ê Adarê bên rawestandin.

2’ê Nîsanê, wê lîsteyên hilbijêran ji daliqandinê werin derxistin û 3’ê Nîsanê biryar li ser îtîrazan werin dayîn.

12’ê Nîsanê li hundirê welêt û li derveyî welêt, wê sindoq û cihê ku hilbijêr lê deng bi kar bînin, were diyarkirin.

27’ê Nîsanê dengdana ji bo kesên ji derveyî welat desê dike

Pêvajoya dengdana li derve û li deriyên gumrikê wê 27’ê Nîsanê dest pê bike.

Dengdana li sindoqên ku li derveyî welat bên avakirin wê 9’ê Gulanê bi dawî bibe.

Li Tirkiyê di 14’ê Gulanê de ji bo hilbijartina serokomar û parlamenterên dema 28. wê biçin ser sindoqan.

Ger di tûra yekem a hilbijartinên serokomariyê bi namzetek ji sedî 51 dengî bidest nexe wê hilbijartin 28’ê Gulanê bo tûra duyemîn bimêne.

Ji bo welatiyên derveyî welat jî wê demê 20’ê Gulanê wê careke din biçin ser sindoqan.

Dengdana li ser sindoqên ku li derveyî welat bên avakirin wê 24’ê Gulanê de bi dawî bibe.

Back to top button