Hevserokên HEDEP’ê Stenbolê: Divê gelê me berê xwe bide meşa gemlîkê

Hevserokên Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Stenbolê Mûrat Kalmaz û Gonca Yangoz banga beşdariya “Meşa Azadiyê” ya dê di 18’ê mijdarê de ber bi navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê ve ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo bêkirin kir. kirin.
Hevserokên HEDEP yên Stenbolê diyarkirin çareserî pirsgirêka kurd bi azadiya Rêber Apo pêkan e.

Hevserokên Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Stenbolê Mûrat Kalmaz diyar kir ku tecrîda heyî li ser Tirkiyeyê pirsgirêkan kûrtir kiriye.

Kalmaz destnîşan kir ku di çareseriya pirsgirêka kurd de aktorê herî girîng Abdullah Ocalan e û wiha domand:

Di vê sedsala duyemîn a girîng deji bo çareserıya hemû pisrgirêkan û ji bo aştî pêk were divê ku birêz Ocalan muxatab bê girtin û azadiya wî ya fiziki pêk were.”

Mûrat Kalmaz bang li hemû kurdant taybet jî yên li Stenbolê kir ku beşdarî meşa gemlîkê bibin.

Hevseroka HEDEP’a Stenbolê Gonca Yangoz jî destnîşan kir ku armanca ku 32 meh in destûr nadin ku Rêber Apo bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike, astengkirina têkoşîna gelê kurd e û got:

“Rêya bidawîkirina tecrîdê di Îmraliyê re derbas dibe.

Meşa Gemlîkê ya milê Stenbolê dê di 18’ê mijdarê de li ser vê bingehê bê lidarxistin.

Rêya aştiyê bi rakirina tecrîdê û xwe gihandina Îmraliyê re mimkûn e.

Em weke Rêxistina HEDEP’a Stenbolê bang li jin, ciwan û kedkaran dikin ku beşdarî meşa gemlîkê bibin û li dijî tecrîdê bêdeng nemînin.”

Back to top button