KJK: Em bi felsefeya “Jin Jiyan Azadî’ ber bi şoreşa jinê ve bimeşin

Koordînasyona KJK’ê têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya Jinê daxuyaniyek da û banga xurtkirina rêxistinî, tifaq û çalakiyan kir.

Koordînasyona KJK’ê têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî li dijî Tundiya li ser Jinê daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya KJK’ê bi vî rengî ye:

“Em Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê di bin siya şer de pêşwazî dikin.

Tundî ji bo hemû rejîmên dîktator veguheriye amûra rêvebirin û parastina desthilatdariyê.

Sîstema baviksalariyê cîhana me ber bi tundî, qirkirin jin û xwezayê, zayendîperestî, neteweperestî û şer ve dehf dide, bi vî rengî ber bi tunebûnê ve dibe.

Ev yek ji aliyê cewherî û pratîkî ve şerekî li dijî jinê ye.”

KJK’ê di dewamê de balkişand dijminatiya li dijî jinan û got: “Li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê sûîqestên li dijî jin ên pêşeng û kuştina wan, tundiye,êşkence û êrîşên zayendîperestî li welatê me kiryarên herî şênber ên dijminatiya li jinan e.

Li Rojava jin bi rengekî çalak tevlî sîstema xwerêveberiyê ya li dora konfederalîzma demokratîk dibin.

Hewl tê dayin ku ev sîstem bê xitimandin.

Li Rojhilat, rejîma Îranê ya dijminê jinê gefên darvekirinê û zextên li hemberî jinê zêde dike û hewl dide bandora dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ kêm bike.

Li Başûrê Kurdistanê jî jin bi êrîşên modernîteya kapîtalîst re rû bi rû ne

Ji bo têkbirina van polîtîkayan em bang li hemû jinan dikin bi hev re têkoşînê mezin bikin.”

KJK: Li hember hişmendiya mêr dewlet rêyaparastinê rêxistinbûn e

KJK’ê di dawî de mînak têkoşîna jinê li Rojavayê Kurdistanê da û got: “Şoreşa Rojava ispat kir ku yekane rêya parastina ji tundiya dewlet mêr, xweparastin e.

Em xweparastina xwe li her qada jiyanê pêş bixin.

Li dijî komkujiya jinan, em têkoşîneke topyekûn û yekbûyî bimeşînin.

Em qîma xwe bi wan reformên bêdengkirinê nînin û şoreşa jinê bikin armanca xwe.

Ji Kurdistanê heta Fîlîstînê, ji Efganistanê heta Ermenistanê em ê şer, êrîş, qirkirin û polîtîkayên qirkirina jinê têk bibin.

Em ê parastina xwe, rêxistiniya xwe mezin bikin û qirkirina jinê rawestînin.

Em ê Jiyanek bê Jinê, Jiyanek bê Azadiyê qebûl nekin.”

Back to top button