Çeteyan 12 sivîl ji gundê Qurtqulaq ê navçeya Şera ya Efrînê revandin

Çeteyên Sultan Murad ên artêşa Tirk a dagirker nêzî 12 sivîl ji gundê Qurtqulaq ê navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî revandin.

Ajansa Hewarê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker duh êvarê bi ser gundê Qurtqulaq de girt û nêzî 12 sivîl revandin.

Heta niha kesên ku hatine revandina navên wan nehatin zanîn.

Her wiha çeteyan muxtarê gund Arif Xelîl Mela (Ebû Cebra) ku ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatibû revandin piştî ku îşkence lê kirin ew berdabûn.

11’ê Tebaxê jî çeteyên dewleta Tirk bi ser heman gund de girtibû û 15 sivîl revandibûn.

Back to top button