Mihrîcana “Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê ye” bi dayîna xelatan bi dawî bû

Çalakiyên Mîhrîcan “Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê ye” di 20’ê vê mehê de li Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê dest pê kir.

7 komên şano, 2 komên Navenda Çand û Hunerê ya Kobanê û yên din jî ji Reqa, Tebqa, Minbic, Heleb û Efrînê beşdarî mîhrîcanê bûn.

Di roja dawiya mêhrîcanê de gelek axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn ev tişt anîn ziman “Ev mîhrîcan ji bo me girîng e, ji ber sembola azadiyê ye. Her wiha em damezrandina PKK’ê ku rastî roja dawî ya mîhrîcanê hatiye pîroz dikin. Ya herî girîng di vê mîhrîcanê de şênî beşdarî şanoyê bûn.”

Piştî axaftin bi dawî bûn, hunermêndê ji herêmên cuda mewal û stranên folklorî pêşkêş kirin.

Çalakiyên Mîhrîcana “Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê ye” komîteya amadekar a mîhrîcanê bi xelatkirina komên şanoyê û xelat li kesên piştevanî daye vê mîhrîcanê, kirin.

Back to top button