Tenduristiya Hikûmeta Şamê: 15 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketin

Wezareta Tendurstiya Hikumeta Şamê ragihand ku 15 kesên din ku ji derveyî welêt derbasî Sûriyê bûne, bi vîrûsa Coronayê ketin.

Li gorî Wezareta Tendurstiyê 9 kes ji Kiwêt, 5 Siûdan û yek jî ji Imaratê derbasî Sûriyê bûne.

Bi vê jimara mezin, kesên ku li Sûriyê heya niha bi vîrûsê ketine, gihaşt 121’an.

Her wiha jimara kesên rewşa wan baş bûye jî 41 e û ya miriyan jî gihîştiye 4 kesan.

Hikûmeta Şamê îro, çûnûhatina nava parêzgehan û qedexekirina derketina derve ya bi şev ku bi temamî hatibû sepandin, rakir.

Her wiha dema vekirina dikan û bazaran, ji seat 8 sibehê heya 7 şevê dirêj kir.

Lê hîna jî, kombûyînên şînî û şahiyan, salonên werzîşê û xwaringeh qedexekirî ne.

Back to top button