Artêşa Tirk nuqteyên hikûmeta Şamê topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li Idlibê bi mûşekan topbaran kirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku artêşa Tirk li derdora bajarokê Seraqibê nuqteyên Hikûmetê topbaran kirin.

Hêzên hikûmetê jî devera Filêfil, Bara, Binîn ên gundewarê Başûrê Idlibê dan ber topan.

Her wiha derverên Hilûbe, Kefer Iwêd, Sifûhin jî topbaran kirin.

Dewleta Tirk a dagirker jî şandina çekan ji bo Idlibê didomîne.

Çavdêriya Sûrî da zanîn ku dewleta Tirk 20 maşîneyên leşkerî di nav de 10 maşîneyên lojîstîk ji deriyê Kefer Losîn derbasî Idlibê kirin..

Bi vê yekê, jimara maşîneyên leşkerî ji destpêka agirbesta Pûtin-Erdogan tevî bi hezaran leşker, gihiştiye 4 hezar û 190’î.

Back to top button