Ji ber êrîşa sala borî ku li ser kompaniya Aramco ya li Erebistana Si’ûdî pêk hatibû, Amerîka dixwaze biryara NY ya qedexeya çekan a li ser Îranê, heta demeke nediyar dirêj bike.
Li gorî raporeke ajansa Fransî AFP, Waşington proje-qanûna dirêjkirina qedexeya çekan li ser Îranê, radestî hevkarên xwe yên Konseya Ewlekariyê ya NY kiriye.
Li gorî agahiyan, reşnivîsa vê proje-qanûnê dê Çarşema bê, bi awayekî ne fermî, navbera nûnerên dewletên endam ên Konseya Ewlekariyê, were nîqaşkirin.
Tê payîn, ev proje-qanûn, roja 30 Hezîranê bi fermî bo Konseyê were radestkirin, lê dema dengdanê heta niha nehatiye diyarkirin.
Tê zanîn, Fransa, Brîtanya û Almanya destekê didin dirêjkirina biryara qedexeya çekan bo Îranê, lê tê payîn ku Rûsya û Çîn li dijî vê yekê Veto bi kar bînin.