Endama Desteya Rêveber a Nûnertiya Rêvberiya Xweser li Başûrê Kurdistanê Silava Silêman diyar kir ku armanca êrîşên dewleta Tirk a dagirker qirkirin û şikandina vîna gelê Kurd e.
Silava Silêman ji ANHA’yê re axivî û destnîşan kir ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê êrîşên xwe berfireh dike û dixwaze herêmê dagir bike û got;
“Li Bakurê Kurdistanê êrîşên xwe rojane pêk tîne û li dijî Rojavayê Kurdistanê jî êrîşên xwe didomîne.”
Silava Silêman da xuyakirin ku dewleta Tirk a dagirker bi vê yekê dixwaze gelê Kurd qir bike û serweriya xwe li herêmê ferz bike.
Endama Desteya Rêveber a Nûnertiya Rêvberiya Xweser li Başûrê Kurdistanê Silava Silêman bang kir ku “divê hêz û partiyên siyasî yên Kurd li dijî êrîşên dagirkeriyê xwedî yek helwest bin û têkoşîna xwe bilind bikin”.