QSD’ê bi alîkariya şêniyên bajarokî Sebha yê Dêrazorê çeteyek girt

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) da zanîn ku hêzên wan bi alîkariya şêniyên bajarokê Sebha yê rojhilatê Dêrazorê çeteyekî ku hewl dida bombeyekê li pêşiya dikaneke sivîlan li bajarok bi cih bike, girt.

QSD’ê bi alîkariya şêniyên bajarokê Sebha yê Dêrazorê çeteyekî ku hewl dida bombeyekê li nêzî dikanekê bi cih bike, girt.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê destnîşan kir ku piştî girtina çete, hêzê yekser dest bi lêpirsînê kiriye.

Da ku aliyê çete şandiye herêmê û armancên wî ji vê bûyera terorîst nas bikin.

Navendê piştrast kir ku hêzên wan dê bi destekdayîn û alîkariya şêniyan xebatên xwe yên ji bo têkbirina planên li dijî aramiya herêmê bêrawestan bidomînin.

Back to top button