Free Press Unlimitedê “Xelata Rojnamevana/ê Herî Bibiryar” da Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Dîcle Muftuoglûyê ku di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de ye.
Serketiyên “Xelatên Çapemeniya Azad” ên 2023’yan ên Free Press Unlimitedê diyar bûn.
Di çalakiyeke taybet a li Nieuwspoortê ya li bajarê Den Haag ê Hollandayê de rojnamevanên “Xelata Rojnamevanê Siberoja Wê/î Ronî” û “Xelata Rojnamevana/ê Herî Bibiryar” wergirtin hatin eşkerekirin.
Free Press Unlimitedê “Xelata Rojnamevana Herî Bibiryar” da Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglûyê ku di çarçoveya lêpirsîneke bi navenda xwe Enqere hat girtin.
Rojnamevan Aysel Avesta û Lydîa Gottshalkê li ser navê Muftuoglûyê xelat wergirtin.
Di merasîmê de nameya Muftuoglûyê jî hat xwendin.