Li hemberî xiyanetê divê yekitî were ava kirin

Endamên PYD’ê şaxê herêma Efrînê bertek nîşanî xiyaneta PDK/ENKS’ê ya li gelê Kurd da û gotin: “Em ê bi têkoşînê dawî li vê xiyanetê bînin.”

Silvana Hesen diyar kir ku li dijî xiyanetê divê yekitiya gelan were avakirin û got:

“Dema êriş li ser herêmekê tên kirin, gelê herêmê li hember wan êrişan dibin yek.

Dewleta Tirk êrişên xwe li ser Başûr û Rojava dewam dike, PDK′ê jî di wan êrişan de tevkar e.

Ev xiyanet e. Li hemberî xiyanetê divê yekitî were avakirin.”

Ferîh Ehmed jî diyar kir ku dîroka PDK’ê bi xiyanetê dagirtî ye û ev tişt anîn ziman:

“Em xiyaneta PDK’ê û ENKS′ê efû nakin, ji bîr nakin.

Ew bûn sedem ku gel û şervanên me werin hedefgirtin.

Dê xiyanet bi têkoşîna gelan têk biçe. Gelê me xiyanetê qebûl nake.”

Hacer Cîlo jî der barê mijarê de ev tişt gotin:

“Planên PDK û ENKS′ê li hemberî berxwedan û têkoşîna me nabin asteng.

“Em bi saya fikr û felsefeya Rêber Apo gihaştin vê astê, em ê dawî li xiyanetê bînin.”

Back to top button