Pêşangeha pirtûkan a Şehîd Herekol bi dawî bû

Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol di roja xwe ya 7’emîn de bi belavkirina 34 xelatên sembolîk û xelatên xwînerê herî baş û serdêrê herî baş, bi dawî bû.

Roja 7’emîn û ya dawîn a Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a li hola Zana ya Qamişloylê, bi serdana şagirt û xwendekarên dibistan û zanîngehan û endamên saziyên civaka sivîl bi dawî bûn.

Şahiya bidawîbûna pêşangehê hat lidarxistin.

Di şahiyê de dayika şehîd Herekol (Hisên Çawîş), Xedîce Çawîş spasiy aliyên ku vê karê rêxistin kiriye kir pêşangehê diyarî ruhê şehîd kir.

Dayika şehîd helbestek ji kultûra herêma Koçerat li ser şehîd Herekol jî xwend.

Endamê Komîteya Amadekar Ebdulmecîd Xelef ev pêşangeh wek “destkeftiyeke çandî” bi nav kir.

Piştre, 34 xelat li weşanxane, pirtûkxane, yekitî û saziyên çandî yên xwecih hatin belavkirin.

Her wiha xelata xwînerê herî baş, Lîlav Qico û xelata serdêrê herî baş Mela Elî Resûl wergirtin.

Pêşangeha Pirtûkan ya Şehîd Herekol li Qamişlo dest pê kir

Back to top button