Endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek ê 323 rojan di rojiya mirinê de ma, jiyana xwe ji dest da.
Endamê Grûp Yorûm Îbrahîm 5’ê Gulanê li Mala Berxwedanê ya li Stenbolê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku rojiya xwe bi dawî kiriye.
Gokçek 5’ê Gulanê di roja 322’an de daxuyanî da û diyar kir ku dawî li çalakiyê anîye.
Di dema daxuyaniyê de, gelek parlementer, aktivîst û hunermend amade bûn.
Gokçek piştî ragihand ku çalakiya xwe bi dawî kir, bi ambûlansê rakirin nexweşxanê.
Endamên Grup Yorûm Helin Bolek û Îbrahim Gokçek, ji bo daxwazên wan yên rawa tên binpêkirin dest bi greva birçîbûnê kirin.
Helin Bolek 3 Nîsanê di roja 288’an a çalakiya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Gokçe yê ku lebetên laşê wî pir lewaz bûbû jiyana xwe ji dest da.