Li Afrîka dermanên sexte jiyan mirovan dixin metirsiyê

Vîrûsa corona heta niha li seranserê cîhanê dawî li jiyana zêdeyî 265 hezar kesî aniye û zêdeyî 3 milyon û 848 kes jî pêketine. Li Afrîka firotina dermanên sexte jiyana mirovan dixe metirsiyê.

Ji bo dîtina derzî ya jî dermanekî ji bo vîrûsa corona cîhan di pêşbirkê de ye.

Di demeke ku xebat ji bo vê tê kirin de, hinek kes bi jiyana mirovan dileyîzin.

Li welatên Afrîkayê ku sîstemên wan ên tenduristiyê ji şewba Covîd-19 re neamade ne, dermanên sexte yên li dijî vîrûsê li bazarê tên firotin.

Li gelek welatan hejmara qurbaniyan, bi hezaran tên îfadekirin, lê ji ber ku bi têrkerî test nayê kirin tê gotin hejmara rastî zêdetir e.

Li Nîjer, Kamerûn, Komara Kongo ya Demokratîk û Senegalê, dermanê hydroxychloroquin (HCQ-hidroksiklorokin) ê bi navê “Plaquenil” tên çêkirin, li bazarê tên firotin.

Ev derman li şûna dermanxaneyan, li bazarê tê firotin, ev yek fikaran zêdetir dike.

Li gorî nûçeyên medya Efrîkayê, ev dermanên sexte bi îdîaya ku nexweşên Covîd-19 baş dike, pêşkêşî bazarê tên kirin.

WHO: Metirsî heye ku tûndiya malbatî zêdetir bibe

Li tevahiya cîhanê (WHO) di dema mayîn li malê de behsa zêdebûna tûndiya malbatî tê kirin.

Rêxistina Tendurisiyê derbarê raporên li ser zêdebûna tûndiyê û bi taybet li welatên ewropa, nerehetiya xwe nîşan da.

Back to top button