Şêniyên Herêma Efrînê du endamên Hêzên Asayîşê li goristana şehîdan oxirkirin.
Endamên Hêzên Asayîşê Elî Mihemed Îbiş û Gênco Şebabo dema li ser erka xwe bûn şehîd bûn.
Şêniyan cenazeyê herdû şehîdan ji nexweşxaneya Avrîn ya navçeya Fafînê wergirtin û berê xwe dan goristana şehîdan a li navçeya Ehrezê.
Li goristanê li ser navê Meclisa Malbata Şehîdan Xelîl Ehmed axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan heta serkeftinê nû kir.
Piştî axaftinê, wesîqeya şehîdan hat xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Dawiyê cenazeyê şehîdan di nava sloganên dilsoziya bi şehîdan re hatin veşartin.