Çeteyan du zarok bi tewana xwemzindîtine revandin

Li Efrîna dagirkirî, çeteyan du zarok ji navenda Efrînê û welatiyek jî ji navçeya Şera revandin.

Malpera Afrinpost diyar kir ku di şemiya derbasbûyî de, çeteyan du zarokên bi navê Reşîd Şêx Kêlo(16) û Selah Mistefa(17) bi tawana ku xwe mezin dîtine, revandin.

Malperê da zanîn ku li ser bendên kontrolê çete hewl didin bi kiryarên nijadperst şêniyên Efrînê biçûk bixin.

Çeteyan li Şera kesek revandin û dest danîn ser tarktora wî

Heman rojê jî, li gundê Kefer Cenê ya navçeya şera, çeteyan şêniyê bi navê Cemîl Menan Hemdûş revand.

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê da zanîn ku çeteyan taraktora wî weke fidye jê standin û ew berdan.

Her wiha Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî diyar kir ku wan navên 11 kesên ku çeteyan revandine, belge kirine.

Back to top button