Bi hezaran bikarhînerên medyaya civakî tev li kampanyaya naskirina Rêveberiya Xweser bûn

Kampanyaya naskirina statûya Rêveberiya Xweser, duh êvarê hate destpêkirin û li ser medyaya civakî bi hezaran tev lê bûn. Di vê derbarê de, Seroka Desteya Rêveber MSD’ê Îlham Ehmed got ku divê Rêveberiya Xweser fermî were naskirin. Rojnamevan Tayîp Temel jî anî ziman ku divê ji bo jiyaneke hevbeş demokratîk, statûya Rêveberiya Xweser were naskirin

Kampanyaya haştagê bi navê “Bila statûya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê naskirin”, ya ku ji aliyê Meclisa Ragihandina Sanal a Kurdistanê hate ragihandin, duh saetên êvarê dest pê kir.

Li ser banga Meclisa Sanal a Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlum Ebdî, bi sedhezaran bikarhîner torên medyaya civakî tev li kampanyayê bûn piştgiriyeke mezin hate dayîn.

Gelek kesyaetîyên siyasî yên navdar û berpirsên di hikumetên Ewropayê de jî, piştgirî dan kampanyayê.

Li gor berpirsên kampanayayê, “haştag” di demeke kurt de li ser facebook û twîtterê bal kişand.

Salih Mislim: Divê statûya Bakur û Rojhilatê Sûriyê were qebûlkirin

Di vê derbarê de, Endamê hevserokatiya Desteya Rêveber ya PYD’ê Salih Muslim jî li ser hesabê xwe yê fermî, şoreşa 19 Tîrmehê pîroz kir û banga qebûlkirina statûya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Ilham Ehmed: Divê Rêveberiya Xweser fermî were naskirin

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed;

“Di salvegera ku dê bibe ragihandina Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, em banga tevlêbûna pêşeroja welat naskirina siyasî ya fermî dikin.”

Feleknas Uca: Divê Rêveberiya ku DAIŞ têk bir were qebûlkirin

Parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca jî, li ser hesabê xwe yê fermî piştgirî da kampanyayê anî ziman ku,

“Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku li dijî DAIŞ têkoşîneke serkeftî meşand, divê NY’yê statûya wan qebûl bike.”

Parlamentera HDP Meral Daniş Beşaş: Dem dema naskirina statûya Rojava ye

Parlementera HDP’ê Meral Daniş Beştaş her wiha diyar kir ku,

“Şoreşa Rojava ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelê Ereb, Tirkmen, Siryan û Ermen jî bûye hêviya pêkvejiyaneke nû. Dem dema statûya Rojava ye.”

Rojnamevan Tayîp Temel: Parastina destkeftiyan bi statûyê pêkan e

Rojnamevan Tayîp temel li ser hesabê xwe yê fermî ji bo qebûlkirina statûyê ev tişt parve kir;

Şoreşa Rojava, şoreşa gelan, jinan, ciwanan û baweriyan e; îlhama şoreşa Rojhilata Navîn e. Parastin, mayîndekirin û misogerkirina vê şoreşê bi statûyê pêkan e.

Kampanyaya “haştag” hêj berdewam e û jimara beşdarên kampanyayê li ser twîtterê heta niha 200 hezarî derbaskiriye beşdarbûna kampanyayê her ku diçe zêdetir dibe.

Back to top button