Koçberên Efrînê bicihkirina biyaniyan li malên wan red dikin

Koçberên ji herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî bertek nîşanî bicihkirina biyaniyan li malên wan da.
Koçberan diyar kir ku dewleta Tirk nasnameya nîştimanî ya sûriyeyiyan diguherîne.

Koçbera ji Efrînê Bêrîvan Mehmûd ku niha li bajarê Minbicê bi cih bûye, got:

“Li Efrîna dagirkirî bi rêya bicihkirina biyaniyan guhertina demografiyê pêk tê.

Armanc ji avakirina mêtingehan bi cihkirina alîgirên dagirkeran in.

Niha niyetên rastîn ên rayedarên Tirk li hember gelê Sûriyeyê eşkere bûn.”

Cîhan Elo jî bale dikişîne ser bikaranîna dosyaya penaberêna sûriyeyî ji aliyê dewleta Tirk ve û dibêje:

“Armanca wan ew e ku demografiya herêmê biguherînin.

Dixwazin berxwedêrên li herêmê bi kesên ku li dijî siyasetên dagirkeran dernakevin biguherînin.”

Ebdulqadir El Hisên ê koçberê ji bajarê Idlibê yê dagirkirî ye û li bajarê Minbicê bi cih dibe got:

“Dewleta Tirk nasnameya nîştimanî ya sûriyeyiyan diguherîne.”

Bîlançoya 7 mehan a sûcên dewleta Tirk a li Efrîna dagirkirî

Back to top button