Dayikên şehîdan: Wê tecrîd negîhîje armancên xwe

Dayikên şehîdan ên ji navçeyên kantona Qamişloyê tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û gotin ew ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo amadene fedekariyên din bikin.

Dayika şehîd Xebat Til Koçer, Hediye Xalid diyar kir ku fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan rêya gelên ji bo azadiyê têdikoşe ronî kir êdî dijmin wê bi tecrîdê negîhîje armanên xwe.

Li aliyekî din jî dayika şehîd Serhed Botan, Bede Ehmed jî tecrîd şermezar kir û got:

“Terdîda li dijî Rêber Apo li dijî me ye.

Dewleta tirk çi bike jî wê negîhîje armancên xwe, em amade ne di oxira azadiya fîzîkî ya Rêbertî de berdêlên din jî bidin.

Heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî emê li qadan bin.”

Her wiha dayika şehîd Lewend Cûdî, Sûad Xeno jî bang li her kesî kir ku li dijî tecrîdê bi erka xwe rabin û asta têkoşînê bilintir bikin.

Şêniyên Tebqayê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin

Back to top button