Li Swîsreyê ciwan bi çalakiyên cûda tecrîd şermezar kirin

Li du bajarên Swîsreyê jî çalakî hatin lidarixstin.
Di çalakiyan de bang li ciwanên kurd hat kirin ku li dijî tecrîdê rabin.

Li bajarê Lozan ê Swîsreyê bi armanca rakirina tecrîdê çalakî hat lidarxistin.

Ciwanên kurd li ber stasyona trenê ya navendî hatin ba hev.

Li vir Daxuyaniya li ser tecrîdê bi zimanê Fransî hat xwendin.

Piştre endamê TCŞ’ê Hayrî Amed axaftinek kir. Hayrî Amed got:

“Divê ciwanên kurd li dijî tecrîdê rabin”.

Hayrî Amed banga beşdarbûna çalakiya 12’ê Tebaxê ku li Lozanê bê lidarxistin, kir.

Kurdistanî li bajarêSt. Gallen ê Swîsreyê bi heman armancê hatin ba hev û daxuyanî dan û gotin:

“Berpirsiyariya ciwanên Kurd e ku pergala Îmraliyê bişkînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin.”

Back to top button