BDP û KCD’ê li dijî êrîşên dagirkeriyê û îxanetê bang kirin

KCD û BDP’ê têkildarê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek dan û bang li gelê Kurd, hemû partiyên Kurdistanî, sazî û hêzên demokrasiyê kir ku bi ruhê Yekîtiya Netewî li dijî şer û îxanetê bisekinin.

Daxuyaniya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) wiha ye:

“Dewleta Tirk a dagirker ku di êrişên xwe yên li ser herêmên parastinê yên medyayê de encam negirtin de êrişî penaberên siyasî kirin.

Li bajarê silêmaniyê Mehmet Zekî Çelebî di 17’ê Gulanê de li ber deriyê xwaringeha xwe ji aliyê MÎT’ê ve hat şehîdxistin..

Di 26’ê Gulanê de jî, dewleta Tirk a dagirker êrişî gelê me yê Başûrê Kurdistanê yê li derdora navçeya Bamernê ya Amediyê diçûn seyranê kir û di encamê de 5 welatiyan jiyana xwe ji dest dan.

Em careke din bang li PDK’ê ya ku ji vê rewşê qet fedî nake dikin ku dest ji vê xiyaneta ku nirxên hevpar ên gelê me binpê dike berdin û nebin şirîkê polîtîkayên faşîzma AKP-MHP’ê.

Back to top button