Dewleta Tirk a dagirker careke din navenda Zirganê topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê careke din navenda navçeya Zirganê bi çekên giran topbaran dikin. Li aliyek din jî artêşa Tirk a dagirker gundên navçeya Şêrawa û navenda navçeya Til Rifetê topbaran kirin.

Beriya niha bi çend saetan dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê careke din navenda navçeya Zirganê topbarana kirin.

Li gor hatî ragihandin ku dagirkeriyê avahiya Asayîşê, postexane û burcê peywendiyan a li navenda navçeya Zirganê kir hedef.

Artêşa Tirk gundê Şêrewa û navçeya Til Rifetê topbaran kir

Her wiha li aliyek din jî drona biçek a artêşa Tirk a dagirker malek li navçeya Til Rifetê ya Şehbayê kir hedef û di encamê de zirarên madî çêbûn.

Heman wextê jî balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker li asîmanê herêmê jî digeriyan.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Qentera û derdora Soxanekê yên navçeya Şêrawayê ya Efrîna dagirkirî jî topbaran kirin.

Derbarê ziyanan de ti agahî nehatin zanîn.

Back to top button