Sîsî: Em derxistina bi zorê ya Filistîniyan ji axa wan red dikin

Serokomarê Misrê Sîsî li gel serokomarê Almanyayê Scholz civînek çapemeniyê li darxist û got: “Misir hewldanên derxistina bi zorê ya Filistîniyan ji axa wan red dike.”

Serokomarê Misrê Ebdulfetah Sîsî li paytext Qahîreyê bi serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz re civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xist.

Sîsî di civîna çapemeniyê de got:

“Misir hemû kiryarên leşkerî yên ku sivîlan hedef digirin û qanûnên navneteweyî binpê dike şermezar û red dike.

Ez bang li civaka navneteweyî dikim ku demildest destwerdanî rewşê bike û van kiryaran rawestîne.”

Sîsî diyar kir dewamiya operasyonên leşkerî dibe ku jiyana sivîlan têxe metirsiyê û şerê heyî berfireh bike.

Li aliyê din Sîsî destnîşan kir ku wan deriyê sînor ê Refahê negirt û got:

“Êrîşên Îsraîlê rê li ber derbasbûnê girtiye.”

Serokomarê Misrê diyar kir wî di hevdîtina xwe ya bi Olaf Scholz re wî destnîşan kiriye ku divê ew di deriyê Refahê re alîkariyê bigihînin Xezeyê.

Sîsî destnîşan kir ku Misir hewldanên derxistina bi darê zorê ya Filistîniyan ji axa wan red dike û got:

“Em di helwesta xwe ya zelal a li ser piştgirîkirina mafê rewa ya Filistîniyan de bi biryarin.”

Êrişa li dijî nexweşxanê: Ji qada navnetewî bertek

Back to top button