Êrişa li dijî nexweşxanê: Ji qada navnetewî bertek

Piştî komkujiya li nexweşxaneya El Ehlî ya li Xezayê rewş aloztir bû.
Alî ji rewşa heyî hev tewambar dikin.
Ji welatên Ereban û rojavayî jî helwest derketin.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê da zanîn ku di encama êrişa li dijî nexweşxaneya El Ehlî (El Miemedanî) ya li Xezayê de herî kêm 500 kes hatine kuştin ku piraniya wan jin û zarok in, bi sedan jî hîna di bin enqazan de ne.

Lewma dibe ku bîlançoya kuştiyan girantir bibe.

Wezaretê daxuyand ku berpirsê bombebarankirina nexweşxaneyê artêşa Îsraîlê ye.

Îsraîlê ′Tevgera El Cîhad El Îslamî′ ya Filistînê berpirsa êrişê nîşan da.

Tevgera El Cîhad daxuyaniyên Îsraîlê wekî “derew û tawanbariyên bê bingeh” bi nav kirin û got, “Îsraîlê bi vê yekê hewl dide xwe ji vê komkujiya hovane dûr bixe.”

Lûtkeya çaralî hat betalkirin

Duh piştî komkujiyê, Urdinê lûtkeya çaralî ku dihat payîn îro li paytexta wê Emanê bi beşdariya serokê Amerîkayê Joe Biden, serokomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî, serokê Filistinê Mehmûd Ebbas û şahê Urdinê Ebdullah El Sanî bihata lidarxistin, betal kir.

Serokê Îranê Îbrahîm Reîsî jî êriş şermezar kir û ev hişyarî da:

“Agirê bombeyên Amerîka û Îsraîlê dê demeke nêz Îsraîlê bişewitîne.”

Hizbullahê banga xwepêşandanê kir

Li aliyê din Hizbullah a Libnanê banga xwepêşandana ′roja hêrsê ya mezin′ kir û ji gelê Ereb xwest ku li qadan hêrsa xwe nîşan bidin.

Daxuyanî hemwextî xwepêşandana bi sedan welatiyan li ber balyozxaneyên Amerîka û Fransayê li Libnanê hat dayîn.

Tê payîn ku Konseya Ewlekariyê bicive

Çaverê ye ku îro Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser daxwaza Rûsya û Îmaratê dê ji bo nîqaşkirina êrişa dijî nexweşxaneya li Xezayê bicive.

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê jî bang li Îsraîlê kir ku bi wêneyên stalaitê îsbat bike ku wê êriş pêk neaniye.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bombebaran şermezar kir û got:

“Tu sedemên hedefgirtina sivîlan tune ne.”

Li aliyekî din jî Sekreterê Giştî yê NY′yê Antonio Guterres banga agirbesta mirovî ya lezgîn kir.

Komîserê Bilind ê mafên mirovan yê girêdayî NY`yî Volker Turk jî diyar kir ku êriş nayê qebûlkirin.

Nexweşxaneya El Ehlî ya Xezayê bû armanca êrişê

Back to top button